Rojava News: Dezgeha xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya UNHCR û Wezareta Koç û koçberan a Iraqî alîkariyên cûr bi cûr li ser 2700 malbatên penaber li kempa Dîbegê belav kirin.
Doh 02.01.2017ê dezgeha xêrxwazaiya Barzanî bi hemahengî li gel UNHCR alîkariyên mirovî gehandine kempa Dîbegê û tîmên dezgeha xêrxwaziya Barzanî doşek û betenî û cilîkan û çadir li ser 504 malbatan, dabeş kirin.
Herwaha tîmên dezgeha xêrxwazaiya Barazanî bi hevkariya li gel Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê alîkariyên wek xawlî û sabûn û madeyên şûştinê ji bo hezar û 903 malbatan dan û karîn xwarinê li ser hezar û 139 malbatên penaber dabeş bikin.
