Kurdê Bakûr nerazîbûna xwe li himber Erdogan nîşandan

Kurdê Bakûr nerazîbûna xwe li himber Erdogan nîşandan

Rojava News:  Partiyên kurdî ji ber gotina “Em Bakurê Sûriyê naxwazin” a Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan nerazibûna xwe li hemberî vê helwesta wî nîşan dan.

 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana Afrîkayê di balefirê de pirsên rojnamevanan bersivandibû û wiha gotibû: “Em Iraqek nû li Sûiyê naxwazin. Ev çi ye? Beriya niha Bakurê Iraqê bû. Piştî wê jî avakirina Bakurê Sûriyê! Ne mimkûn e em vê yekê pesend bikin.”

 

PAK: Nayê pesend kirin

 

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik ji Rûdawê re ragihand ku ew spasiya şervanên kurd dike ku Kobanî ji destê DAIŞê rizgarkiribûn û got ku heger tiştek ne ya pesendkirinê hebe ew jî helwesta Tirkiyeyê ye.

 

Ozçelik wiha got: “Tirkiye ligel kurdên Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê rêve dibin. Lê mafê mudaxalekirina Rojaveyê Kurdistanê ji xwe re dibîne. Ji vê yekê jî tê fêmkirin ku di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdan de ti projeyên dewleta Tirkiye nîne.”

 

Ozçelik wiha behsa peymana Sykes-Picotê jî kir “Li cîhanê serdema Sykes-Picotê dawî bû. Tirkiye jî vê yekê fêm bike baş e.”

 

OSP: Tirsa Tirkiyeyê statû ye

 

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek jî got ku gotinên Serokomar Erdogan kodên genên Komara Tirkiyeyê didin xuyandin.

 

Yurek wiha got: “Heger Rojava û Başûrê Kurdistanê azad bibin Bakurê Kurdistanê jî dê statûyeke bixwaze. Tirsa Tirkiyeyê jî ev yek e.”

 

 PDK – T: polîtikaya 100 salî

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiye (PDK – T) Mehmet Emin Kardaş jî got ku li ti herêma, Tirkiye statiyek ji bo kurdan dê qabul neke.

 

Kardaş anî ziman ku ew polîtîkayek a wan 100 salî ye û wiha got: “Li asimanan 10 kurd bên ba hev Tîrkiye dê li hmeberî wê derbikeve. Çawa ne bi xwestina Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê hat avakirin dê wisa Rojavayê Kurdistanê jî were avakirin.”