Rojava News: Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li nav Şingalê ragihand ku, çekdarên DAIŞê ji nava Şingalê direvin û berê xwe didin Telefer û Sûriyê. Herwiha tekez kir ku girtina Şingalê hêsan bûye û tenê rojek jê re pêwîst e ku rizgar bibe, lê em li hêviya fermana êrişê ne.
Qasim Şeşo Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li nava Şingalê nema xwe li ber Hêzên Pêşmerge digirin û ti cih ji wan re nemaye, lewma neçar mane ku tenê bi aliyê Telefer û Şingalê ve birevin.”
Şeşo wiha got: “Piştî ku Hêzên Pêşmerge di çend rojên borî de bi tundî li çekdarên DAIŞê bidin û serkeftinên mezin bidest bînin, terorîstên DAIŞê niha ji moralê wan li Şingalê têk çûye û ji wir direvin.”
Wî fermandarê Pêşmerhe wiha got: “Çekdarên DAIŞê ji nava Şingalê direvin û berê xwe didin Telefer û Sûriyê. Herwiha tekez kir ku girtina Şingalê hêsan bûye û tenê rojek jê re pêwîst e ku rizgar bibe, lê em li hêviya fermana êrişê ne.”
