Du zarokên Rojavayî ji ber agirpêketina avahiyê wefat kir

Du zarokên Rojavayî ji ber agirpêketina avahiyê wefat kir

 

Rojava News: Roja sêşemiyê li bajarê Silêmaniyê agir bi avahiyekê ketibû, û di encamê 2 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.

Roja sêşemiyê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê agir bi avahiyekê ket û di encamê de zarokekî 2 salî yê malbateke ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da. Doh çarşemî jî piştî derbasbûna rojekê bi ser bûyerê re, duyem zaroka wan a 3 salî ya bi navê Rûheyv Ehmed wefat kir.

3ê Çileya 2017ê, danê sibehî agir bi avahiya Hollywood a li Taxa Qirge ya Silêmaniyê ket û di encamê de endamên 12 malbatan ji ber dûkela agirê jehrî bûn, ku 10 malbat xelkê Başûrê Kurdistanê bûn, malbatek erebên Iraqê bû û malbatek jî ji Rojavayê Kurdistanê bû.

Ew malbata kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Helebê yê Sûriyê ve hatine Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê akincî bûne.

Ew malbata Rojavayê Kurdistanê, ji Sûriyê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê da ku xwe ji agirê şerê navxwe yê Sûriyê bi parêzin, lê belê agirpêketina avahiyekê li Silêmaniyê aramiya wan têk bir.