Rojava News: Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hat girtin û îşkencekirin.
Endamê PDK-Sê Sidad Ehmed Seîd Mecîd ku di heman demê de xwendekarê zanîngehê ye, li bajarokê Girkê Legê ji aliyê hin kesên nenas ve hate revandin û bi tundî hate îşkencekirin.
Sided ji K24ê re got: “Şeva borî demjimêr 19:30 li nava Girkê Legê grûpeke çekdar ji 6 kesan rêya min girtin û çavên min girtin û bi zora çekê ez birim derveyî Girkê Legê û li min xistin û ez li wê derê hêştim.”
Sided got jî: “Piştre min xwe gihande malekê û wan asayiş agahdar kirin. Asayişê ji ez birim nexweşxaneyê.”
Sided da zanîn ku, parûsyekî hatiye şikestin û milekî wî ji çih çûye û gewde û serê wî hate lêdan.
Malbata Sidad, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi Rêveberatiya Xweser ve tumetbar dikin, ku wê tevgerê Sîdad revandine û îşkence kirine.
Li Rojavayê Kurdistanê gelek caran bûyerên girtin û revandina xortan rû didin, bi taybet endamên partiyên di ENKSê de û çalakvanan de.
