Çil Axa: Zarokî kurd dayîka xwe kuşt

Çil Axa: Zarokî kurd dayîka xwe kuşt

 

20:14:46

Rojava News: Zarokekî Kurd li bajarokê Çil Axa yê bi ser bajarê Dêrikê ve ku temenê wî 15 sal in, dayika xwe bi 2 guleyên kelanşînkofê kuşt.

 

Zarokê bi navê Ahmed Muaz Heyder ku ji gundê Xirba Cuhuyane û niha li bajarokê Çil Axa dijî, berî hefteyekê bi rêya Ciwanên Şoreşger ku xwendekarê pola 10an bû, tevlî Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) bû.

 

Îro Ehmed Mûaz Heyder, tevî Kelanşînkofa xwe vedigere malê û 2 gule berdan serê dayika xwe Fehîme Seyid. Dayîka wî di cih de canê xwe ji dest dide.