Rojava News: Bi rê û remeskê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ji robotên dijî mîn û çend amêrek û cureyên din ji kelûpelên serbazî ji welatê Kenade wergirtin.
Îro 27/ 1 / 2015`e bi rê û resmekê ku bi amadebûna wezîrê Pêşmerge Musata Seyd Qadir, biryargirê wezaretê, Enwer Hacî Osman, sekreterê giştî yê wezarete Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer û hejmarek ji efser bi pile ji wezareta Pêşmege bi tev balyozê Kenada li Êraqê Birono Sakomatî û pisporê leşkerî yê ser bi balyozxanê ve ye prosa radestkirina hêzên pêşmerge hejmarek ji robortên dijî mîn, teqemenî û kelûpelên leşkerî ji aliyê Kenada ve weku alîkarî birêve çû.
Di derbarê radestkirina robort û kelûpelên leşkerî, sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge ferîq Cebar Yawer ragihand: Îro bi merasîmekê ku li barageha giştî ya wezareta Pêşmerge birêve çû balyozê Kenada 6 robortên dijî mîn radestî hêzên Pêşmerge kirin.
Her wiha da xuya kirin ku biryare tîmek teybet ji bo hêzên pêşmerge fêrî bi karanîna robort bike, perwerde bi hêzên pêşmerge bike.
