Rojava News: Mislum Mohammed: Rizgarkirina Kobanî ji bo gelê Kurdistanê rojekê pîroz û dîrokiye û rumetiya gelê Kurdistanê ye.
Müslüm Mohemed di derbarê rizgarkirina Kobanî ji ser sînor lêdawanêk teybet da radyoya Rojava News û got; Şere ku li Kobanê hate meşandin ne tenê li himber komekê bû, bedêlê hemû cihanê li beranber kesên dervay mirovatî berevaniya maf3en kurdan û mirovati yê bu.Xilaskirina Kobanî ji gelê Kurdistanê re rojekê pîroz û dîrokiye, û rumetiya gelê Kurdistanê ye.
Hemen demê berewaniya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li kobanî bilind nêrzand; “Di rizgarkirina Kobanî de ji bo alikariya peşmergeyê Kurdistanê em spas dikinû slaw û rêzê xwe ji wa û ji serok Barzanî re dişînin”
Herweha Mohamed di axaftina xwe de got; Dema rewş li Kobanî ber bi têkbûnê ve çû ji bo alîkarî Serok Berzanî banga hemû cihanê kir da werin hewara Kobanî li himber DAİŞê. Ji aliyêdin ve jî hêzên Pêşmerge bi çekê giran û teqemanî çû di hawara Kobanî. Çûna pêşmergeyan jî role kî dîrokî di herêmê de leyist.”
ENKSê piştî rizgarkirina Kobanî ji bo bixwevehatina bajar, çareserkirina pirsgirêkên gel hin bername danîne. Ji ber ku bajarê Kobanî li gor gotina Muslim bûye vêran û koma heriyê, xelkê herêmê niha nikarin vegerin bajar, ciyê jiyanê tê de nemaye. Û dibê jî “Bêguman gelê me êdî ne karî li kolanên Riha, Enqera Stenbolê bimînîn, an jî di çadira de jiyana xwe bidomînin. Em amadene ji bo bixwevehatina Kobanî bi kevin nav tevgerê”
Li gor tê zanîn gelê Kobanî li ser sînor e, bo vegerê bajarê xwe, lê çi dewleta Türkiye çi PYDê bi sedêmê cûda cûda naha derfet nadin derbasbûna wa.
Di vê derbarê de jî hejayî dibêje; Deriyê Kobanî vene bûye. Bo derbasbuna Kobanî ji dohî ve bi 10 hezaran kes li ser sînore , li aniha nikarin derbasbin. Ji ber ku ji aliyekî ve metirsi ya mînan heye ji aliyêdin ve ciyê jiyanê tê de nemaye.
Hejayi ji aliyêxwe ve got; “Sibehî Hêzên peşmerge li ser grê miştenûrê nimayişeke pîrozkirina bajarê Kobanî dikin, û ala Kurdistanê sertan ser bilind dikin.”
Di derbarê hewldanê hevpeymanên di nabera ENKSê û PYDê jî weha got; li gel PYDê heta niha 3 cara hevpeyman hatine imzekirin. Lê ji bo bi şewayekî hewbeş kar bê kirin û egerê hevpeymana bê bi cîh anîn dem lazime. Ji ber ku pêvistî bi Çand û zanîna mêjûyê hewbaşî heye. Ew hevalên me jî tenê xwe dibînin, û hê nikarin bi hevdûra kar bikin. Em weke ENKS û hemen demê PDK-Sê çi karê leşgerî çi karê siyasî û çi karê xizmetê bî amadene tişta bikevê se milê me em bikin.
Di derbarbarê metirsiya li ser herêmêdin weke Qamişlo, Efrîn jî dibêje; Rizgarkirina Kobanî bi hesanî nebû. Berî ku pêşmerge bên êdî rewşa Kobanî bi temamî têk çûbû, li ber ketinê bû. Lê bi hatina pêşmergê Herêma Kurdistan, berxwedana Şervanên Kurd û bombebarana frokê DYA û Koalisyona li dijî DAİŞê li ser piya ma. Lê ji bo rizgarkirina hemû gunda dem lazime.”
Di dawiya axiftina xwede jî got; Ev rêxistina tûndrevê İslamî bi vegerê nizanî. Ji bo mirinê hatine, da zû bigihên hûriyê xwe. Di Kobanî de derbe xwerin ez ihtimal nadim kû hemen tiştî li bajarê din yê Rojava bikin. Ji ber ku êdî zanîn xaka Kurdistan xeta sore ji bo hemû cîhanê. Lê dîsa jî nayê wê vateyê tû metirsî bo herêmê kurda tûnneye.”
