12:57:13
Rojava News: Li navçeya Qoserê yê bajarê Mêrdînê 15 mamoste hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Qoserê bi hinceta li gor fermanên PKKê tev geriyane û çalakiyên ne yasayî û bangeşeya PKKê kirine li dijî mamosteyan lêpirsîn dan destpêkirin.
Li ser vê yekê polîsên dijî terorê bi awayekî hevdem operasyon pêk anîn û bi ser malan de girtin û 15 mamoste hatin binçavkirin.
Lêpirsîna mamosteyan li Rêvebergeha Ewlekariyê tê bi rê ve birin.
