PDK-Sê hevdîtinên nihênî bi PYDê re red kir

PDK-Sê hevdîtinên nihênî bi PYDê re red kir

Rojava News: Ofîsa Ragihandina PDK-Sê ragihand, ku îdiayên derbarê danûstandinên nihênî yên navbera PDK-Sê û PYDê de derew in.

Ofîsa Ragihandina Navendiya PDK-Sê red kir ku partiya wan hevdîtinên nihênî ligel PYDê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pêk anîbin.

Di daxuyaniyekê de, ofîsa Ragihandina Navendiya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) diyar kir, ku li ser rûpelên medyaya civakî hatiye belavkirin ku qaşo danûstandinên nihênî di navbera PDK-Sê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hene.

Ofîsa Ragihandina PDK-Sê tekez kir, ku ti danûstandinên nihênî di navbera wê partiyê û PYDê de, ne li Hewlêrê û ne jî li ti derên din nehatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, eger her danûstandinek di navbera her du aliyan de hebe, dê tenê bi şêweyekî aşkere werin kirin .

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku tiştek tine ye ku bihêle ew danûstandinên nihênî bikin û tekez kir ku ew bêyî Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ti danûstandinan ligel PYDê nakin.