PYDê li Tirbespiyê 2 welatî revandin!

PYDê li Tirbespiyê 2 welatî revandin!

23:55:06

 

Rojava News: Istixbarata PYDê endamekî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) û kesekî din ve ji Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê direvînin.

Li gor zanyariyan;  Du otomobîlên nenas li ber deriyê mala Ibrahîm Ferho rawestiyane  û birayê wî yê bi navê Mihemd Elî ku endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ye, û mêvanekî li heman malê girtine birine ber bi cihekî ne diyar ve.

Ibrahîm Ferho amaje kir, sê kes ji otomobîlan daketin û çavên birayê wî girtin û bêyê ku xwe bidin nasîn, yan jî sedema girtina wî diyar bikin, ew ji malê birin.

Herwiha Ibrahîm Ferho got: “Li gor zanyariyên, ew kesê hatine ji istixbaratê PYDê bûn û birayê min birin Qamişlo. Em jî dixwazin bizanin çima birayê min girtine.”