Daily Telegraph: kurdan e ku bibin xwedî dewlet..Tenê wa DAIŞ şikenand

Daily Telegraph: kurdan e ku bibin xwedî dewlet..Tenê wa DAIŞ şikenand

Rojava News: Ev çend hefteyeke bi berdewamî terorîstên DAIŞê li ser destê kurdan tên şikestin û cara herî dawî li Kobanê bû, ew serkestinên kurdan amajeyên girîng didin.

Telgraf di rafortekê de behsa serkeftinên vê dawiyê yên kurdan dike û dinivisîne ku piraniya wan serkeftinan çi li Iraq û çi li Sûriyê bin, hêzên kurdî bidest anîne, lewma divê ew rastî bê gotin ku Iraqê bi artêşeke 933 hezar kesî xwe li pêşiya DAIŞê negirt û niha Amerîka jê re artêşeke nû ava dike.

Herwiha di raporta Telgraf de hatiye ku, niha li cîhanê bi tenê hêzên kurdî li dijî DAIŞê şer dikin, lewma mêrxasî û berxwedaniya Hêzên Pêşmerge cihê hurmet û rêzê ye.

 

Kurd bi wan serkeftinên xwe nêzî dewleta serbixwe dibin. Sînorê wan yê ku nakokî li ser hebû tev Kerkûkê niha di destê wan de ye, helbet eger wiha DAIŞ li ser destê wan were şikestin, kurd jî hêja ne ku hewl bo dewleta kurdî bidin.