Nûnerên welatên cîhanî û Barzanî mijara serxwebûnê gotûbêj dikin
Nûnerên welatên cîhanî û Barzanî mijara serxwebûnê gotûbêj dikin

Nûnerên welatên cîhanî û Barzanî mijara serxwebûnê gotûbêj dikin

13:04:54

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ji nûnerên welatên cîhanî re behsa rewşa herêmê û mijara serxwebûna Kurdistanê bike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro Pencşemê 12 Çileya 2017ê li navçeya Pirmamê li Ofîsa Serokatiyê pêşwaziya çend konsul û nûnerên welatên cîhanî bike.

 

Li gor zaniyarên Rûdawê di civîna Mesûd Barzanî û konsul û çend nûnerên welatên cîhanî de digel şerê li dijî DAIŞê û pirsgirêkên koçberan, dê mijara serxwebûna Kurdistanê jî bê nirxandin.

 

Herêma Kurdistanê tevî kirîza darayî 1.8 milyon koçber vedihewîne.

 

Li Herêma Kurdistanê 19 serkonsulxane, 6 konsulxaneyên fexrî û bi giştî 35 nûneritî yên welatên cîhanî hene.