Kanada di alîkariya ji bo Pêşmerge berdewame!

Kanada di alîkariya ji bo Pêşmerge berdewame!

13:15:38

 

Rojava News: Hikûmeta Kanada li gorî wan sozên ku dane Herêma kurdistanê, pabenbûna xwe ji bo alîkariya hêzên pêşmerge tekez dike û di wê çarçoveyê de di plana hikûmeta wan de ye ku bi buhayê çend milyon dolaran çek û teqemeniyan ji Herêma Kurdistanê re bişîne. 

Berdevkê Beşa Berevaniya Nîştimanî ya Kanadayê Daniel Butler eşkere kir ku çek bi buhayê 9 milyon û pênc sed hezar dolaran e û çend curên cuda jî lixwe digre, lê bi awayekî giştî bi piranî ji çekên sivik pêk tên.

Daniel Butler, ragihand ku hikûmeta welatê wî bi kompanyayên taybet bi çekan re, dest bi gotûbêjan kiriye û tê çaverêkirin ku van nêzîkan lihevhatinê îmze bikin.

Butler bal kişande ser wê yekê jî ku hikûmeta Kanada dixwaze hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî çend rêkeftinan îmze bikin ji bo ku ew çek bi awayekî baş bêne bikaranîn.

Kanada yek ji endamên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û şêwirmendên wê yên serbazî di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin.