12:50:27
Rojava News: Du nivîskar û çalakvanên çandî yên xelkê Kirmaşanê li bajarê Mêrdînê ya Kurdistana bakûr ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatin revandin û ti nûçe û zanyariyek derbarê çarenivîsa wan de tuneye.
Du nivîskar û çalakvanên çandî yên xelkê Kirmaşanê li bajarê Mêrdînê ya Kurdistana bakûr ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatin revandin û ti nûçe û zanyariyek derbarê çarenivîsa wan de tuneye.
Li gor nûçeya ajansa Kurdpa hêzên ewlehiya Tirkiyê li bajarê Mêrdînê du çalakvan û nivîskarên kurd ên bi navê Secad Cehanferd (Jiyar) û Hesen Beled ku xelkê parêzgeha Kirmanşana Kurdistana rojhilatin hatine revandin û heta naha çarenivîsa wan her du hemwelatiyên kurd li wî welatî ne diyar e.
Li gor heman çavkaniyê, wa du heftiye ew du nivîskarên xelkê bajarê Gêlan a xerb ango rojava û bajarê Şahabad ên Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve ji ber sedemeke ne diyar hatine revandin û nûçeya girtina wan piştî du heftiyan hate belav kirin.
Li gor heman çavkaniyê, binemala wan her du çalakvanên çandî yên kurd bi rêya çend nivîskareke Kurdistana bakûr ve, hatine agahdar kirin û heta dema belav kirina vê nûçeyê jî ti agahî û zanyariyek bi hûrgilî derbarê çarenivîsa wan du çalakvanan de nehatiye bidest xistin.
Secad Cehanferd ku wek Jiyar tê naskirin nivîskar û rêveberê malpera wêjeyî (Jiyar kurd) ya li bajarê Gêlanxerbê ya parêzgeha Kirmaşanê ye û xwediyê gelek pirtûkên ziman û wêjeya kurdî ye û yek ji nivîskar û çalakvaneke naskirî yê Kirmaşanê ye.
Berî naha ew çalakvanê çandî yê kurd di sala 2011ê li gel heft çalakvanê din ê çandî li bajarê Gêlanxerb û Şahabadê ji aliyê hêzên wezareta Îtlaata Kirmaşanê ve hatibûn girtin.
Wê demê ew nivîskarê kurd piştî du mehan ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Gêlanxerb ve bi tometa hewldana dijî netewî bi cezayê salekê yê zîndanê lê hatibû birîn.
Secad Cehanferd dayîkbûyê sala 1985ê yê Gêlanxerb a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û xwediyê çend berhemên wêjeyî û lêkolînên bi navê ‘’Efsaneya welatê Medya’’, û ‘’Navnameya Manişt’’ û herwaha çend pirtûkên din ên bi zimanê kurdî bo zarokan e.
Hesen Belde jî çalakvanê çandî yê xelkê bajarê Şahabad a parêzgeha Kirmaşanê ye û ji bo xwandina xwe li qonaxa master a beşa zimanê kurdî li zankoya Artuklu ya bajarê Mêrdînê bû.
Binemalên wan her du çalakvanên çandî yên kurd, bi nameyekê daxwaz ji rêxistin û navendên mafê mirov kirine bo azadiya kurên wan di hewldanê de bin.
