Karayilan: Êdî gelê kurd li hev xwedî derdikeve Kurdistan wê bi yekitiya netewî azad bibe

Karayilan: Êdî gelê kurd li hev xwedî derdikeve Kurdistan wê bi yekitiya netewî azad bibe

Rojava News: Endamê komîteya rêveber ê PKK’ê Murat Karayilan rizgarbuna Kobanê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û got: “Li Kobanê şerek mezin û fedayî hat meşandin, gelek destanên qehremanî çêbun. Ger îro gihiştibe serkeftinê bi saya serê wan qehremanan çêbuye. Em vê serkeftinê li jina Kurd pîroz dikin û spasiya hemû hêzên piştgiriyê dayîn dikin.” Karayilan got ku pêngava yekemîn bi dawî bu niha ji bo paqijkirina gundên derdora kobanê pêngava duwem destpêkiriye û bang li ciwanan kir daku berê xwe bidin Kobanê.

Endamê komîteya rêveber ê PKK’ê Murat Karayilan got; Li hemer êrîşên hovane û çekên giran, berxwedanek bi wate pêşket, nêzîkî 4 meh ev berxwedan dewamkir û zêdeyî 400 qehreman şehîd ketin û hezar û 300 kes jî birîndarbûn. Divî şerî de gelek destanên qehremanî çêbun. Ger îro ev serkeftin pêkhatiye bi saya serê van destanên qehreman pêkhatiye. Yên ku vê destanê avakirin bedena xwe ji bo gelê xwe fedakirin.

Û hemen demê jî got; Em wane kû di riazgarkirina Kobanî de erk hilgirtine hemûya  pîroz dikin, pêşmerge bi ked û xebata xwe piştgiriya wan kir, dîsa Artêşa Azad bi ked û xebatek mezin piştgirî kir em wan hemûyan jî pîroz dikin.”

Karayilan balkêşa li ser yekgirtina Kurdan jî û wiha axivî: “Şerê Kobanê ji bona netewa kurd astek derxist holê, êdî gelê Kurd li hev xwedî derdikeve , dinava gelê Kurd de netewbun pêşketiye.

Şengal û Kobanê netewbuna Kurd ravekir, gelê kurd li Şengal û Kobanê xwedî derdikeve. Wê bi rihê yekbuyî hemû deverên kurdistanê bên parastin. Hemû destkeftiyên kurdistan bên parastin. Berxwedana Kobanê ji bo hemû tevgerên bindest azadî xwaz bo nimûne û ruhda herkesî. Kobanê ispatkir ku îrada azad dikare li hember hemu hêzên mezin şerbike, rastiya îrada însan ya jin îspatkir. Heqîqeta şoreşa kurd ispatkir, ji ber ku em dizanin gelek hêz dixwestin kobanê bikeve lê neket.”