PDK-Bakûr piştî 52 salan dibe partiyeke fermî û qanûnî li Tirkiyê

PDK-Bakûr piştî 52 salan dibe partiyeke fermî û qanûnî li Tirkiyê

12:46:20

 

Rojava News: Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakûr (PDK-Bakûr) piştî 52 salan dibe partiyeke fermî û qanûnî li Tirkiye û Kurdistana Bakûr.

 

PDK-Bakûr di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, endamên meclisa partiyê roja 14 vê mehê li Amedê civiyane.

 

Di civînê de derheqê bicîhanîna biryara kongreya yezdehem a partiyê, ku behsa fermîkirina partiyê dike, gotûbêj kirine û biryar dane di demek “pir nêzîk” de serî li navendên têkildar ên dewletê bidin bo fermîkirina PDK-Bakûr.

 

PDK-Bakûr daye zanîn ku amadekarî û xebatên wan ên fermîkirina partiyê xilas bûne û tevahiya organ û endam û damezirênerên wam amade ne derbasî qonaxeke nû bibin û piştî 52 salan bi awayekî legal û qanûnî xebatên xwe yên Kurdistanî bidomînin.

 

Kongreya yazdehem a PDK-Bakûr par havînê li paytexta Kurdistana Başûr-Hewlêrê hatibû lidarxistin.

 

Di kongreyê de, ku Sertaç Bûcak dîsa wek serokê partiyê hatibû hilbijartin, biryar hatibû dayîn êdî PDK-Bakûr bibe fermî û xebatên xwe bi eşkere di nav Kurdistana Bakûr de encam bide.