Kolberekî kurd ji pastar an reviya û ji zinarekî ket!

Kolberekî kurd ji pastar an reviya û ji zinarekî ket!

12:56:27

 

Rojava News: Li ser sînorê Rojhilat û Başûr, kolberekî kurd ji tirsa hêzên Îranê ji zinarekî bilind de ket û can da.

 

Pêr (14 vê mehê) li geliyê Şilêr li ser sînorê Rojhilat û Başûr, komek kolberên kurd ketibûn kemîna hêzên Îranê.

 

Li gorî agahiyan, piştî ku hêzên Îranê gule berdabûn wan, ew ji tirsa xwe li gelî û newalên kûr dabûn û bi ser zinaran de ketibûn.

 

Hat gotin ku yek ji wan kolberan, dema ji zinarekî bilind de dikeve xwarê, gelekî birîndar dibe û di rêya nexweşxanê de can dide û dimire.

 

Li gorî agahiyên BasNewsê, ew kolberê ku miriye, navê wî Azad Feyzî û xelkê gundê Spore yê bajarê Seqizê bûye.