Li Hesekî û Qamişlo teqîn!

Li Hesekî û Qamişlo teqîn!

12:52:25

 

Rojava News: Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li ber nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) çêbû. Herwiha li bajarê Hesekê jî teqînek li nêzîkî nivêsgeha PYKSê çê bû.

Hat zanîn; îro demjimêr 1:45 ber destê sibê kesên nenas bi bombeyekê êrîşî nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê kir, di encamê de ziyanên mezin gihiştin nivîsgehê û ti ziyanên canî nebûn.

Her îro demjimêr 6:00 sibê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li taxa Muftî çêbû. Teqîn li nêzîkî nivîsgeha Partiya Yekîtya Kurd li Sûriyê bi 100 metrî çêbû, ziyan bi tenê madî bûn.

Çendîn car e nivîsgehên ENKSê û partiyên bi ser wê ve rastî êrîşan tên, bê ku êrîşker û tawanbar ji aliyê Asayişa Rojava ve bên girtin û pêşkêşî dadgehê bibin.