00:53:11
Rojava News: Pêşmergeyekî Kurdistana Rojava şehîd bû ku berî niha bi guleya qenasê di dema proseya leşkerî a hêzên Pêşmergeyan ji bo ser çekdarên DAIŞê li devera Askê ku ser bi Mûsilê ye hatibû birîndar kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Pêşmergeyê rojava yê bi navê Mihemed Emîn Ehmed Silu, berî niha li devera Askê bi fîşeka qenasçiyên DAIŞê bi giranî birîndar bibû û doh şehîd ket.
Şehîd Mihemed Emîn li sala 1993ê li gundê Krîbrî ser bi bajarokê Çilaxayê li rojhilata Qamişloyê hatiye dinê.
Biryare îro bi rêya deriyê Sêmalka termê wî ji bo Kurdistana Rojavayê bê şadin.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana rojava pêkhatiye li ciwanên kurdên rojavayî ku bi sedema şerê navxwe yê Sûriyê, penaberî Herêma Kurdistanê bûne piştre xola pêşmergayetiyê ji bo wan ciwanane hatiye danîn bi armanca amadekirina wan ji bo parstina navçeyên rojava û niha jî hevşanî pêşmergeyê Kurdistanê şerê DAIŞê dikin.
