Rojava News: Çekdarên DAIŞê êrişî sivîlên li ser sînorê Kobanî kirin, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.
Çekdarên DAIŞê li gundê Tilşehîrê yê Kobanî bi topan êrişî sivîlên ku li ser sînor mabûn, kirin.
Di encamê de 2 kes şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn ku 3 ji wan ji ber giraniya birînan derbasî nexweşxaneya bajarokê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê hatin kirin.
Welatiyên Pirsûsî yên ku li gundê Swêdî yê Pirsûsê li ser sînor bûn, rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin û di encamê de kesek birîndar bû.
