12:39:26 PM
RojavaNews: Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Donald Trump kir, ku wek Serokê Amerîkayê dest bi kar kir û daxwaza bihêzkirina zêdetir ya pêwendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka kir.
Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tûrên pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsî: “Pîrozbahiya xwe li Serok Donald Trump dikim, çavê me li bihêzkirina pêwendiyên taybet di navbera Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka ye.”
Duh Donald Turmp wek 45emîn Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka sûnda yasayî xwar û tevahiya erkên xwe wek Serokê Amerîka girte ser xwe.
