ENKSê xwepêşandanek lidarxist

ENKSê xwepêşandanek lidarxist

Rojava News: ENKSê li Qamişloyê xwepêşandanek lidarxist û daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî li Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê kir.

 

Li bajarê Qamişloyê endam û alîgirên Encumena Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek saz kirin û daxwaza azadkirina girtiyên ENKSê yên di zindanên Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê de kirin.

 

Serkirdeyê ENKSê Miheme Îsmaîl ku beriya 3 rojan ji girtîgehê derketibû, başdarê çalakiyê bû û got ku eger birayara Rêveberiya Xweser di dest wê de be divê girtiyan sebest berde.

 

Edmanê Ofîsa Yasayî ya ENKSê Ridwan Sîdo jî got ku girtina hevalên wan ne yasayî ye û tenê bi biryarek siyasî hatine girtin.

 

Sîdo bi bîrxist ku li gorî yasayên Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê divê kesên hatine binçavkirin piştî 5 rojan bişînin dadgehê lê ta niha hevalên wan neçûne dadhegê.

 

Serkirdeyê Partiya Yekitî Ebdelah Gedo ev 5 meh in girtî ye. Hevjîna wî Omîd Yosif dibêje, bi tevê astengiyên PYDê, ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.

 

15ê Tebaxa 2016ê, di dema pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Hebîb Qedrî de, bi dehan serkirde û endamên ENKSê ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin. Heta niha 5 kes ji wan di girtîgehan de ne.