Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî 18 êrişên din li dijî rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîn.
Li gor daxuyaniyeke artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê duhî 6 êriş li Sûriyê û 12 êriş li Iraqê li dijî navendên DAiŞê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 5 êriş li nêzîkî Kobanî bûn û di encam de çepereke DAIŞê, 3 yekîneyên taktîkî û yekîneyeke mezin ya wê rêxistinê hatine têkbirin.
Her li gor heman daxuyaniyê, êrişên li Iraq û li Başûrê Kurdistanê li Şingal, Telefer, Mûsil, Elretbe û navenda Eyin Elesed ya li parêzgeha Enbarê pêk hatine.
Tê zanîn ku navenda bajarê Kobanî ji aliyê hêzên kurdî û balafiran hatiye rizgarkirin, lê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê dest bi paqijkirina gundan ji çekdarên DAIŞê kirine û balafir jî li navendên wan çekdaran didin.
