Polîsan dest danî ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Polîsan dest danî ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

10:57:02

 

Rojava News: Polîsan dest danîn ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku demeke berê di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji hêla Wezareta Hundirîn a Tirkiyê ve li gel bi dehan komele û weqfan hatibû girtin. 

Rêveberiya Ensîtûyê îro bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku polîs çûne avahiya Enstîtûyê û dest danîne ser kelûpelan. Daxuyaniya Enstîtûyê ya derbarê vê mijarê de wiha ye:

"Roja 20ê Rêbendana 2017an mufetîşên wezareta darayî tevî du heb polîs û kesekî ji midûrîyeta perwerdehîyê hatin avahîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, tiştên tê de gişt tomar kirin û bi zabitnameyekê teslîmê peywirdarê gerînendetîya perwerdehîyê kirin.  Tevî daxwaza me jî destûr nehate dayîn ku em tiştekî xwe ji avahîyê derxin. Li gorî agahîyên peywirdarê midûrîyeta perwerdehîyê dane, dê hemû tiştên di hundirû de werin birin. Li gorî vê rewşê kelûpelên Enstîtuya Kurdî yên ku bi keda bi hezaran kesan hatibûn standin, bi awayekî neheq û nehiqûqî hatin desteserkirin."

Rêveberiya Enstîtûyê destnîşan kir ku ew digel vê rewşê jî xebatên xwe berdewam dikin û bibîr xistin ku wan li hemberî vê rewşê kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin.