Îbrahîm Biro: Rojeva sereke agirbest e

Îbrahîm Biro: Rojeva sereke agirbest e

23:56:05

 

Rojava News: Biryar e sube (23-01-2017) di bin çavdêriya Rûsya, Tirkiye û Îranê de yekemîn civînên di navbera şanda hikûmet û mûxalefeta Sûriyê li Astanayê bên sazkirin. Serokê ENKSê Îbrahîm Biro got, ku di rûniştina yekemîn de dê mijarên siyasî nebin rojev. 

Tê payîn sibe (23-01-2017) ji bo pêkanîna mekanîzmayekê ji bo çawaniya civînê, bi amadebûna Serokomarê Kazakîstanê û nûnerên ewropî civînek bê sazkirin.

Serokê Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro derbarê mijarê de ji Rûdawê re got; “Heta niha jî civînan dest pê nekirine. Vê gavê ligel aliyê Rûsya û Tirkiyê danûstandinên pêşwext tên kirin. Derbarê çawaniya danûstandinan de û herwiha ka dê şandên mûxalefet û rejîmê bi hev re rûnin yan ne, hê biryarek nehatiye wergirtin.”

Biro eşkere kir, ku şanda leşkerî ya mûxalefetê dixwaze ji bo ragihandina agirbestê garantî hebe û diyar kir; “Hê jî li hinek deverên Sûriyê şer heye. Ji Rûsyayê dixwazin wê peymana berî cîbicî bikin. Eger sube dest bi civînê kirin dê şanda sereke ya leşkerî be û bi taybetî dê li ser rewşa rawestandinan şer û alîkariyên mirovî bisekinin. Rewşa siyasî jî dê ji bo kongreya Cenevê re bê hiştin.”

 Îbrahîm Biro da zanîn, ku wan ji bo rewşa tevahiya Sûriyê û ya kurdan dosya xwe amade kiriye û wiha axivî:

“Lê em dizanin, ku rewşa siyasî dê di van rûniştinana de neyê axaftin. Ji ber ku mûxalefet jî guman dike şer neyê rawestandin. Rawestandina şer ji bo çareseriya siyasî destpêkek e.”