Teqînek li Kerkûkê çê bû

Teqînek li Kerkûkê çê bû

Rojava News: Îro serê sibehê, teqînek li nava bajarê Kerkûkê çê bû. Herwiha 2 xwekuj ji aliyê hêzên asayîşê û polîsên Kerkûkê ve hatin kuştin.

Li gor ajanse nuçeyan;  “Serê sibehê xwekujekî bi otomobîleke bombekirî xwe xist nav avahiya kevin ya rêveberiya polîsan, ku dikeve nêzîkî hotêla Qesrî ya Kerkûkê û li wir xwe teqand.”

Herwiha piştre 2 çekdarên xwekuj derbasî nava avahiyê bûn, lê ji aliyê hêzên asayîşê û polîsên Kerkûkê ve hatin kuştin.

Hatiye zanîn; “Jibilî hersê xwekujan ti kesekî din ziyan nedîtiye.”