Pêşmerge li başûrê Kerkûkê êrişên DAIŞ têkşikandin

Pêşmerge li başûrê Kerkûkê êrişên DAIŞ têkşikandin

Rojava News: Li başûrê  Kerkûkê îro 30 / 1 / 2015`e ji berbangê ve şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Pêşnerge û çeteyên DAIŞ de dest pê kirin.

 

Jêderên ewlekariyê ji PUKmedia yê re ragihandin: Hêzên Pêşmerge îro çendîn êrişên terorîstên DAIŞ bi başûrê Kerkûkê de têkşikandin, her wiha diyar kirin ku hêzên pêşmerge ziyaneke mezin gihandin terorîstan.

 

Jêderan diyar kirin ku hêşta şer û pevçûn berdewamin e û balafirên hêzên hevpeymanê li dijî çeperên DAIŞ dest bi êrişan kirin.