Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransayê yê Iraqê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransayê yê Iraqê kir

11:28:38

 

Rojava News: Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Fransa yê Iraqê Dr. Marc Barîti de ragehand, divê herêma Kurdistanê beşdar be di gotûbêjên çawaniya rêvebirina wan navçeyên bi destê Pêşmerge li operasyona Mûsilê de hatine azad kirin.

 

Li gor ragehandina encûmenê ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye rêkirin de, hevdîtin bi amadebûna konsolê giştî yê Fransa li Hewlêrê Domînic Mas li paytext Hewlêrê pêkhat û pêşhateyên ewlehî û siyasî yên li herêmê û operasyona rizgarkirina Mûsilê ji terorîstên DAIŞê hatin gotûbêj kirin, amaje bi peyvendiyên dîrokî û nirxên hevbeş ên di navbera herêma Kurdistanê û Fransayê de hatin kirin. heman demê de şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duyem serdana serokomarê Fransayê François Hollande ya bo herêma Kurdistanê wek hemahengiyeke giring a piştevaniyê li gelê Kurdistanê û wek bihêzbûna wan peyvendiyan pênase kir û ragehand, peyvendî û dostaniya di navbera herêma Kurdistanê û Fransayê li helwêst û alîkariyên dema borî yên Fransayê li hember gelê Kurdistanê çavkaniya serekî ye.

 

Heman hevdîtinê de ronahî kirina rêkarên zêdekirina alîkariyên leşkerî û mirovî û çareserkirina Pêşmergeyên birîndar, heman demê de jî nexşerêya serxwebûna Kurdistanê bi rêyên aştiyane û gotûbêj li gel Iraqê wek mafeke xwezayî yê gelê Kurdistanê teqezî lê hate kirin. herwaha hat gotin, geheştina kurdan a bo mafên xwe dê bibe faktoreke serekî yê seqamgiriya herêmê.

 

Li hember vê balyozê Fransayê yê Iraqê teqez kir, berdewam kirin û berfireh kirina peyvendiyên demdirêj ên di navbera Fransa û herêma Kurdistanê yên cor bi cor bo berjewendiya her du aliyane û ragehand: ‘’Emê peyvendiyên xwe berdewam bikin û berdewam jî alîkarî bi kiryarî hatine kirin û emê piştevanê her pêngaveke bikin bo pêşxistina her aliyekê de gelê Kurdistanê.’’