Rojava News: Hêzên Kurd di berdewama operasyona paqijkirina herêma Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de 11 gundên aliyê rojava û gundekî li aliyê başûr ji çeteyan paqij kirin.
Operasyona hêzên Kurd û Pêşmergeyan ji b o paqijkirina Kobanê didome.
Di çarçoveya operasyonê de şervanên Kurd şevêdin jî li eniya rojava li dijî gundên ku çeteyan dagir kirine çalakî lidar xistin. Di çalakiyan gundên bi navê, Momanê Biçûk, Momanê Mezin, Minaza Mezin, Minaza Biçûk, Minaza Jorîn, Çolbeg, Coqer, Zorava, Gundikê Ebroş, Girê Îzaê, Girê Şehîd Êrîş.
Fermandayê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî jî got;“Me hinek navçeyên setratejîk rizgar kirine ku êdî terrorist nema Karin êriş bikin û berdewam direvin. Niha em û şervan pêşve diçin da ku herdu gundên Tilhalib û Kîkan azad bikin.”
Di çalakiyan de tirimpêleke bombebarkirî ku gelek çek û cebilxane jî tê de bûn hate desteser kirin.
Li eniyan başûr, hêzên Kurd gundê Şêx Çoban çalakî li dar xist û gund ji çeteyan paqij kirin.
