Hîpsterên kurd -Mr.Erbil"Hîpsterên" kurd serkeşi ji modayê re dikin!

Hîpsterên kurd -Mr.Erbil"Hîpsterên" kurd serkeşi ji modayê re dikin!

11:53:20

 

Rojava News: Komeke ciwanên kurd ên hewlêrî biryar da ku nerîna pêşdaraz ya li ser herêma Kurdistanê bişkînin û teqez bikin ku Kurdistan li gel, şer, karesat û êrîşên DAIŞê jî xwedan reng û ruhekî cuda ye û pêdivî heye ku mirov bêtir lê bikole ta ku wê cudahiyê bibîne.

Li gorî nûçeyên di medyayê de derketine,30 ciwanên kurd li ser medyaya civakî tevgera xwe ya xweser a modayê çêkir û navê "klûba birêzan" (gentleman's club) li xwe kiriye ta ku welatê xwe bi awayekî cuda nîşan bidin û awayekî ji çaksazî û reforman pêk bînin.

Navê fermî yê vê komê li ser Instagramê Mr.Erbil e û bi piranî li ser modayê li Hewlêrê radiwestin.

Hêjayî gotinê ye ku ev kom têra xwe navdar bûye li ser medyaya civakî ku hejmara şopînerên wan bûye 33 hezar.

Li gorî nûçeya BBCyê, ev şêwaza modayê ya ku ciwanên birêz ên Hewlêrê belav dikin hinekî dişibe wê çandeya hîpsterên navdar ên li welatên rojavayê. Pantalon, Şelwal, porê bi baldarî hatiye şehkirin, porê bi paş de jolekirî û riha gur û balkêş.

Lê dîsa jî îmaja ciwanên vê tevgerê tenê ji cil û bergên modern pêk nayê lê ji kombînasyona cil û bergên gerdîşî û yên modern pêk tê. Wek mînak hûrgiliyên gelek wêneyan ji cil û bergên xwediyên erdan ên zengîn digirin.

Mr.Erbil destnîşan dike ku armanca wan ew e, ciwanên kurd li jiyaneke xweştir û azadtir digerin û qet natirsin wan pêşdarazan bişkînin ku rehên xwe li wê xakê ji zû ve vedane.