12:11:43
Rojava News: Beşa farisî ya televîzyona BBC hevpeyvînek li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkanî û di vê hevpeyvînê de çend pirsên derbarê şerê dijî DAIŞê, herêma Kurdistanê û peyvendiyên Bexda û Tirkiyê, bi dîtina herêma Kurdistanê ve nêrînên xwe aşkera kirin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotûbêja xwe de derbarê teqîna pêş binkeya polîtburoya HDK li Koyê pêkhat de dibêje: ‘’Me her di roja yekê de ew teqîn şermezar kir û herkes û aliyekî li pişt wê êrîşê be kareke xirap û kareke qirêj kiriye û em wan êrîşane wek êrîşên li dijî xwe pênase dikin. Herwaha got: ‘’Gumanek zêde heye ku Îran li pişt wê teqînê be, lê ti belgeyek di dest de tineye.’’
Derbarê pirsgirêka Şingalê û hebûna hêzên PKKê li wan deveran de jî bersiva peyamnêrê BBC da û ragehand: ‘’Birayên me dema berî çend sal li Kobanê rastî pirsgirêka şerê DAIŞê hatin, me hêza Pêşmerge bo alîkarî û piştevaniya wan rêkir û dema Kobanê hate azad kirin û metirsiya DAIŞê nema daxwaz ji me kirin ku em hêzên xwe paşde bikêşin, me jî ew kar kir, naha jî em heman bendewariyê li PKKê dikin, raste hêzên kurd ên Kurdistana rojava di alîkariya kurdên êzdî de xwedî roleke giring û berçav girtin serxwe û em spasiya wan dikin û lê em hêvî dikin wê deverê vala bikin, hebûna PKKê li Şingalê alîkariya seqamgiriya herêmê nake û li herêmê pirsgirêkên hestyar li gel xwe derdixe holê.’’
Di bersiva pirsekê de ku dibêje Murat Karayilan gotiye ew mijûlê vekişîna hêzên xwe ne ji wê herêmê, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Heta naha bi kiryarî ti pêngavek bo çûna derve ya hêzên wan li Şingalê nehatiye avêtin û hêvîdarim wî karî bikin.’’
