Sê partiyên Rojava bûn yek partî!

Sê partiyên Rojava bûn yek partî!

12:27:27

 

Rojava News: Sê partiyên Rojavayê duh biryara yekbûnê di bin sîwana partiyekê de da û navê wê partiyê jî kir, Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Yekgirtî.

Partiyên bi navê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê û Şepêla Hevgihînê di konferanseke çapemeniyê de li Qamişloyê ragihand ku ew di bin sîwana partieke nû bi navê Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Yekgirtî de dibin yek Partî.

Li gorî nûçeya ARTAyê, serkirdayetiyê Partiya Azadî yA Kurdistanê Ebdulkerîm Itê ragihand ku çarçoveya ENKSê ji çarçoveyên din bêtir nêzîkî wan e.

Herwiha Itê diyar kir ku wan daxwaznameya beşdarbûna di ENKSê de li ser navê Partiya Azadî ya Kurdistanê şandiye.

Ji aliyê din ve, di bûyerpressê de hat ragihandin ku partiya nû wiha ragihandiye: "Em piştgiriyê didin hemû gav û projeyên hevkariyê yên ku yekrêziya kurdan û yekkirina helwesta kurdan li Kurdistana Sûriyeyê xurt dikin û mafên neteweyî yên gelê kurd di çarçoveya projeyeke neteweyî Kurdistanî de dabîn dikin".