PYDê dixwaze Beşar Esed li ser deslihatê bimîne

PYDê dixwaze Beşar Esed li ser deslihatê bimîne

Rojava News: Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûrê Sûriyê Ebdulselam Elî got, heta qonaxa veguhez dest pê bike divê Beşar Esed li ser desthilatê bimîne. 

 

Roja Înê (27-01-2017) Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûrê Sûriyê  Ebduselam Elî di hevdîtina ligel Wezîre Deve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de li bajarê Moskowê, ragihand: “Divê demekî Beşer Esed li ser deslihatê bimîne, heta qonaxa veguhêz destpê bike, ji ber ku rewş bi cidî dikare xira bibe.”

 

Elî herwiha got: “Di her rewşê de ji bo demekê, divê Esed li ser deslihatê bimîne. Ji ber ku eger heyê komên radîkal  dikarin  rewşa Sûriyê wak  Lîbyaya  Yemen û Somaliyê bikin .

 

Nûnerê Rêveberiya Xweser daxuyand, ku divê ji bo destpêka qonaxa veguhêz û nivîsandina destûreke nû ya Sûriyê amadekariyên temam hebin.

 

Ebdulselam Elî ji rojnamevanan re jî ragihand: “Hemî pisgirêkên lezgîn yên Sûriyê tenê dikarin bi rêya Federalîzmê çareser bibin.”

 

Elî daxuyand: “Niha Sûriya  de fakto perçe bûyê , lewma divê em formuleke din bibînin, ku Sûriyê yek bigre. Lê di heman demê de divê her kes li Sûriyê hest bike  ku wan mafên xwe wek hev wergirtîye, tenê ev  rê li pêşya me heyê  ev jî  rêya  federalîzmê ye.”