ENKSê dê li Amerîka pirsa Pêşmergeyên Roj û avakirina navçeyeke aram gotûbêj bike

ENKSê dê li Amerîka pirsa Pêşmergeyên Roj û avakirina navçeyeke aram gotûbêj bike

Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê, Encûmena Nîştmanî ya Kurd li Sûriyê vexwendî Waşingtonê kiriye û dê di wê serdanê de pirsa Pêşmergeyên Roj û avakirina navçeyeke aram gotûbêj bike. 

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamîran Haco ji malpera KDP.info re ragihand, Wezareta Derve ya Amerîkayê ENKS vexwendiye Waşingtonê û tê çaverêkirin di meha bê de şandeka wan serdana Amerîkayê bike.

Kamîran Haco herwiha got, ew dê ligel berpirsên Amerîkayê li ser helwesta îdareya nû ya Waşingtonê ya derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de biaxivin.

Haco da zanîn, ku mijarên rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û avakirina navçeyeke aram dê rojevên sereke yên civînên wan a ligel berpirsên amerîkî be.

Kamîran wiha got: “Serdana me dê dawiya meha Şubatê be. Bi wateya ku meha Adarê emê serdana Amerîka bikin.”