Kongrêsmanê Amerîkî: Dabeşkirina Kurdistanê tewanê welatên cîhanê yên mezine

Kongrêsmanê Amerîkî: Dabeşkirina Kurdistanê tewanê welatên cîhanê yên mezine

13:15:27

 

Rojava News: Kongrêsmanê Amerîkî: Dabeşkirina Kurdistanê tewanê welatên cîhanê yên mezine

BasNews - Kongrêsmanê Amerîkî ragehand, dabeşkirina Kurdistanê ji aliyê welatên mezin ên cîhanê ve pêkhatiye û ew tewan bû.

 

Kongrêsmanê Amerîkî Dana Rohrebaker ji K24ê re ragehand, gelê Kurd mafê wî yê rewa heye bo jiyan li welatê xwe de bike, ku rengdaneya wan a çandî û resenî ya wan diyar be.

 

Dana Rohrebaker amaje bi vê yekê kiriye ku kurd gelekî vekirîne û hevpeymanê Amerîkayê ne, ‘’Gelê kurd hêjayî xwediyê dewleteke serbixwe û hikûmeteke kurdî ne.’’

 

Kongrêsmanê Amerîkî got: ‘’Dabeşkirina Kurdistanê ji aliyê welatên cîhanê yên mezin ve pêkhat û ev yek tewan bû.’’