Nêçîrvan Barzanî: Bi kontrolkirina Raqqa û Misûlê DAİŞê xelas nabê!

Nêçîrvan Barzanî: Bi kontrolkirina Raqqa û Misûlê DAİŞê xelas nabê!

13:25:19

 

Rojava News: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, kontrol kirina bajarê Mûsilê, nayê wateya bidawîbûna DAIŞê.

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke ligel radyoya “Dengê Amerîka” beşa Kurdî de ragihand, DAIŞ tenê bi operasyona leşkerî têk naçe, dibe ku di warê leşkerî de Mûsil û Reqayê jidest bide, lê di warê îdeolojik de her dimîne.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, tê pêşbînîkirin ku şerê rojavayê Mûsilê şerekî girantir be, ji ber ku hejmareke mezin ji xelkê sivîl tê de niştecîhin û hêzên Iraqî bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî naxwazin xelkê sivîl ziyanê bibînin.

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Kurd di çeperên pêşî yên şerê terorê de ne, ev jî pîvaneke gelekî girîng e bo Amerîka û rêveberiya Trump, ku Kurd di pêşiya vî şerî de ne.”

 

Barzanî amaje bi wê jî kir, li Kurdistanê hemû pêkhate bi xweşî û azadî û bê pirsgirêk dijîn, Xiristiyan, Misliman, Êzidî, Ereb û Tirkmen, ev jî pîvaneke gelekî girîng e.”

 

Her di wî warî de Barzanî dibêje: “Heger li rewşa Rojhilata Navîn binêrin, dibînin ku tenê Kurdistan bûye cihê hêvî û bendevariyên ew xelkê ku nikarin li cihekî din bijîn, ku rûyê xwe didin Kurdistanê.”

 

Derbarê çaverêkirina li rêveberiya nû ya Amerîka de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Kurd bi hêvî li rêveberiya Trump dinêrin. Herwiha hêvîdar in jî ku ew pêwendiyên bi rêveberiya Obama re hebû, di rêveberiya Trump de zêdetir ber bi pêş de here.”