Rojava News: Alîkarê Wezareta Pêşmerge Enwerê Hacî Osman ragihand ku, ew melayê ku ê ku gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê xwaribû, hat kuştin.
Enwerê Hacî Osman got; “Mela Şiwan, ê ku di vîdyoyekê de gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê dixwe, di şerê Hêzên Pêşmerge de hat kuştin.”
Piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê û çend bajarekî din ê Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di hevîna sala borî de, mela Şiwan, ku melayê mizgefteke Hewlêrê bû, bi xwe û jin û keçên xwe tevlî rêxistina DAIŞê bibû.
Şevtira din mela Şiwan ligel çend kurdên din di vîdyoyekê de derdikevin ku bi zimanê kurdî gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê dike û dibêje roja înê çekdarên DAIŞê derbasî nava Kerkûkê dibin.
