21:14:28
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Birîtanya li Iraqê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serok Barzanî îro li ofîsa xwe ya li Pîrmamê pêşwazî li balyozê Birîtanya li Bexdayê, Frank Baker û şanda pê re kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Barzanî û şanda Birîtanî li ser şerê DAIŞê her wiha operasyna Mûsilê bi taybet qonaxa piştî DAIŞê li wê deverê gotêbêj kirin.
Her wiha hatiye ragihandin ku balyozê Birîtanya ji Barzanî re behsa siyaseta welatê xwe derheqê cîhan, Rojhilata Navîn û Iraqê de kiriye.
