ENKSê: Amerîka hewl dide kurdan bigihîne hev

ENKSê: Amerîka hewl dide kurdan bigihîne hev

11:43:27

 

Rojava News: Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fûad Elîko got, Amerîka û hin hêzên din yên navdewletî hewla wê yekê didin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser xetekê bigihînin hev.

 

Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymana Niştîmanî ya Dijbereya Sûryê û Nûnerê ENKSê Fûad Elîko derbarê vexwendina PYDê ya bo Rûsya û vexwendina ENKSê bo Amerîka daxuyaniyeke taybet da Rûdawê.

 

Fûad Elîko vexwendina PYDê bo Moskow şaş nirxand û girîngî da vexwendina ENKS bo Amerîka.

 

Elîko ragihand ku bi armanca damezrandina şandeke hevbeş ji bo gotûbêjên Cinevê Rûsya daxwaz ji gelek aliyên dijbereya Sûryê kiribû, ku li Moskoyê bicivin, lê bi sedema dûrbûna nerînan, gelek aliyên dijbereyê daxwaza Rûsyê red kir.

 

Nûnerê ENKSê behsa vexwendina Amerîka ji bo ENKSê kir û got , ev ne yekemîn care ku Amerîka daxwaz ji ENKSê dike ku serdana Amerîka bike û bi gaveke pozîtîv dide naskirin.

 

Herwiha Elîko da zanîn ku Amerîka û hin hêzên din yên navdewletî hewl didin ku ENKSê û PYDê li ser xetekê bigihînin hev da ku Kurd li Sûriyê bibin hêzeke xurt a yekgirtî.