Li Serdeştê 3 kolberê Kurd di bin aşûtê de man!

Li Serdeştê 3 kolberê Kurd di bin aşûtê de man!

12:28:46

 

Rojava News: Li gor çavkaniyên xwecîhî li Kurdistana rojhilat, duh êvari 28.01.2017ê 12 kolberên kurd nêzîk gundê Bêwarana jêr a ser bi bajarê Serdeştê dibin aşûtê de man.

Herwaha hat zanîn ji wan 12 kesan sê ji wan jiyana xwe ji dest dan û navên wan jî waha ye: ‘’Diyarî Mihemed Nejad, kurê Hemze, temenê wî 18 sale, Şêrzad Ebdulîllahî temenê wî 27 sale kurê Omer e û Hîwa Îbrahîmînya, kurê Ebdula temenê wî 22 sale.’’

Yek ji birîndarên vê bûyerê yê bi navê Rizgar Elîzade, ku xelkê gundê Bêwarana jêr e, lingekî wî şikestî ye.