12:26:34
Rojava News: Li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê renî çêbû û 15 kolberên kurd ketin bin berfê.
Li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber reniya berfê 15 kolberên kurd ketin bin berfê, ku 3 ji wan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî ji bin berfê hatin derxistin û ji mirinê hatin rizgarkirin.
Êvariya duh roja şemî 28ê Çileya 2017ê, li nêzîkî gundê Bêwran ê ser bi navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ve, reniya berfê çêbû û di encamê de hejmarek kolberên kurd ku bi neçarî ji bo debara jiyana malbatên xwe li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê karê bazirganî û kolberiyê dikin, ketin bin berfê, di encama reniyê de, herî kêm 15 kolberên kurd ketin bin berfê.
Piştî bûyerê û belavnûna agahiyên derbarê reniyê û ketina kolberan bin berfê de, xelkê deverê û tîmên hawarhatinê hewla rizgarkirina kolberan dan.
Di encama reniyê de, 3 kolberên kurd canê xwe ji dest dan û termêmn wan ji bin berfê hatin derxistin. Herwiha di encama hewla xelkê û tîmên hawarhatinê, 12 kolberên kurd jî bi saxî ji bin berfê hatin rizgarkirin.
Hat zanîn; rewşa tendirustiya 2 kolberan ku bi saxî ji bin berfê hatine derxistin, nebaş e û bi giranî birîndar bûne. Her du kolber niha di beşa çavdêriya Nexweşxaneya Serdeştê de, di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de ne.
Herwiha hat zanîn, ku rewşa tendirustiya 7 ji kolberan baş e û 3 kolberên din jî birînên wan sivik in.,
Navçeya Serdeştê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
