Çekdarên PYD Ebdulkerîm Mihmed girtin

Çekdarên PYD Ebdulkerîm Mihmed girtin

2:06:58 PM

RojavaNews: Polîsên Leşkerî yên bi ser PYD ê ve îro 30 . 1. 2017 Endamê Mekteba Siysî yê Partiya Demoqrat a Kurdistana Sûriyê  Ebdulkerîm Mihmed girtin.

Jêderekê ji RojavaNews re ragihand ku îro  Polîsên Leşkerî yên bi ser PYD ê ve, êrîşî mala Endamê Mekteba Siysî yê Partiya Demoqrat a Kurdistana Sûriyê  Ebdulkerîm Mihmed  li gundê kortepan yê bi ser bajarokê girkê legê ve kirin, û ew girtin bê ku sedema girtina wî diyar bikin.

Tê zanîn ku Çekdarên PYD di 27 . 6 . 2016 an Ebdulkerîm Mihmed girtin, di dema beşdarbûn wî di merasîmê salvegera komkjiya Amûdê de.