Mesrûr Barzanî: Kurdistaneka serbixwe dibe faktera aramiya

Mesrûr Barzanî: Kurdistaneka serbixwe dibe faktera aramiya

22:43:38

 

Rojava News:  Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê wek girava aramiyê li Rojhilata Navîn de dimîne û Kurdistaneka serbixwe dibe faktera aramiya zêdetir.

 

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Hingarya li Iraqê Attila Tarr kir.

 

Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de spasiya pispor û efserên Hinarî kir ku di şerê DAIŞê de perwerdê dide Pêşmerge û diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê her mîna girava aramiyê li Rojhilata Navîn de bimîne.

 

Di hemberê de, Balyozê Hingarya li Iraqê Attila Tarr ji bilî dupatkirina li aramiya Herêma Kurdistanê ku cihê girîngîdana welatê wî ye, ragihand ku, welatê wî li ser perwerdekirin û alîkarîkirina zêdetir bo Pêşmerge berdewam dibe.

 

Di beşeke din ya hevdîtinê de, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi pêşketinên şerê Mûsilê kir û ragihand, di çar mehên operasyona rizgarkirina Mûsilê de, derbên giran li DAIŞê ketine û qonaxa werîna û tinebûna wê dest pê kiriye.

 

Her di wê hevdîtinê de, guftûgo derbarê bihêzkirin pêwendiyên di navbera Hingarya û Herêma Kurdistanê de hat kirin, Attila Tarr jî ragihand: “Em li ser bihêzkirina dostaniya hevbeş rijd in û Herêma Kurdistanê dikare di warên cuda de pişta xwe bi me girêde.”