13:39:38
Rojava News: Li Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve li gelek taxên Nisêbînê berdewae û herweha xebatên hilweşandina avahiyan jî berdewam dikin.
Hat ragehandin, hêzên ewlekariya Tirkiyê li taxan hê jî çek û teqameniyan dibînin û di roja dawî de 3 bombeyên ku hatibûn bicîhkirin û gelek guleyên roket û hawanan hatin dîtin.
Hêzên ewlekariyê, teqameniyên ku desteserkirin, di bin kontrolê de teqandin û dengê teqînê li tevahiya Nisêbînê hatiye bihîstin.
14'ê Adara 2016'ê li Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin û piştî dawî bûna operasyonan, di 25'ê Tîrmehê de, derveyî 6 taxan qedexe hatibû rakirin.
