Rojava News: Ciwanekî kurd yê bajarê Efrînê di zîndanên partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de di bin eşkenciyê de hat kuştin .
Li gorî daxuyaniyeke hevrêza azadî ya Efrînê ku ciwanê kurd yê bi navê Mihemed Hesen Şêx Dada yê temen 21 salî berî 2 rojan di zîndanên PYD de di bin eşkenciyê de jiyana xwe ji dest daye û termê wî li derdora gundê wî avêtine .
Mihemed Dada xelkê gundê Edamû yê bajarê Efrînê ye û berî niha jî ji aliyê partiya PYD ve hatibû girtin û bi vê yekê navê Mihemed dikeve lîsteya binpêkirinên PYD di derheqê ciwanên kurdan li Rojavayê Kurdistanê de .
