00:43:24
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermanek derxist û daxwaz kir hemû hêzên pêşmerge, asayiş, polîs û hêzên din ên ewlehiyê navê xwe di sîstema biyometrî ya mûçeyê de tomar bikin û destnîşan kir, yên navê xwe tomar nekin hikûmet mûçeyê nade wan.
Hat ragihandin ku li ser fermana Barzanî prosesa tomarkirina navê mûçewergirên hêzên pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê li Wezareta Pêşmerge dest pê kiriye.
Li gor nûçeya Rûdawê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmegre Cebar Yawer fermana Barzanî ya li ser tomarkirina navan piştrast kir û got: "Prosesa tomarkirina bayometriyê bo mûçe û karta hilbijartinan di nava Wezareta Pêşmerge de dest pê kiriye, piştre jî dê ew proses di nava Hêza 70 û Hêza 80 ên hêzên pêşmerge de dest pê bike".
Li gor daneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî 1 milyon û 400 hezar kes mûçeyê werdigirin, lê tenê 740 hezar kes ji wan karmend in û kar dikin.
