00:30:57
Rojava News: Li derdora Şingalê gora bi kom hatiye dîtin lê ta ku lejneyek teybet ji bo gora bîkom neyê, nayê vekirin.
Di vê derbarê de Berpirsê ragehandina fermandariya peşmergeyên Şingalê Xelîl Şiwan di daxuyaniya xwe de got; Li gor agahiyên destpêkê car kes di vê şûnê de ji milê terorîstên DAIŞê di karesata 03.08.2014ê hatine veşartin û em ê wê gorê biparêzên heta ku lijneyeke taybetmend ji bo dikomenterkirina karesata şingalê wê gorê vekin.”
Di karesata Şingalê a 03.08.2014ê terorîstên DAIŞê zêdetir ji heft hezar êzîdî girtin û kuştin û revandin û bêserûşûn kirin heta niha zêdetir ji 2880 kes ji destên DAIŞê hatine azadkirin û pitir ji sêhezar û 500 kes diyar nînin heta niha zêdetir li 30 gorên bi kom hatine dîtin ku termên zêdetir ji hezar kesan di nav wan gorane de ne.
