01:19:15
Rojava News: Hêzên Dijbereya Sûriyê yên ser bi operasyona Mertala Firatê ve bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê çend dever li Herêma Efrînê topbaran kirin.
Hêzên Dijbereya Sûriyê şeva derbasbûyî li bajarokê Ezazê yê ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê, çend deverên derdora gundê Qitmê û bajarokê Şerran ên ser bi herêma Efrînê ve bi giranî topbaran kirin.
Çavkaniyê navborî diyar kir, ku di heman demê de, hêzên Dijbereya Sûriyê navend û baregehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarokê Til Rifet û deverên Êyn Deqne û Merenaz topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyê, di encamê de şer û pevçûnên tund di navbera şervanên HSDê û çekdarên dijbereyê de derketin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir, ku şeva borî hin hêzên Tirkiyê, li gundê Dîkmedaşê derbasî nav axa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûne.
