01:19:01
Rojava News: Wezîrê berevaniya Brîtanya dê serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên bilind ên herêma Kurdistanê bicive.
Biryare îro 11.02.2017ê wezîrê berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon dê bo serdaneke fermî bigehe bajarê Hewlêrê û mijara serekî yê civînê jî pêşhateyên şerê dijî rêxistina tund û terorîst a DAIŞê ye.
Tê hêvîkirin ku Michael Fallon li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê jî bicive.
Li gor zanyariyên bidest ketine wezîrê berevaniya Brîtanyayê û berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê gotûbêja peyvendiyên Hewlêr û Londonê dê bikin û dervey vê jî alîkariyên wî welatî yên ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê mijareke din ê hevdîtina ye.
